Li Mêrdînê hîle hatin tespîtkirin: Dengên Çepên Kesk li pergalê kêm qeyd kirine

Li Mêrdînê bi ketina pergala YSK’ê ya encamên sindoqan, hîleyên nû hatin tespîtkirin. Dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn, encamên hin sindoqan jî kêm hatine nivîsîn.

Bi ketina Portala Partiyên Siyasî ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya encamên sindoqan, hîleyên nû derketin holê. Li Mêrdînê, dengên Partiya Çepên Kesk li pergalê kêm hatine qeydkirin û li hin cihan jî dengê Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.

Li Nisêbînê hat dîtin ku di sindoqa bi hejmar 1035 de 225 deng ji Partiya Çepên Kesk re derketine, di pergala YSK’ê de jê re 0 deng hatiye nivîsîn, ji MHP’ê re jî 225 deng hatine nivîsîn. Partiya Çepên Kesk, li sindoqên ku hatine tespîtkirin, îtîraz kir, danberheva daneyên YSK’ê û girtekên bi îmzeyên şil berdewam e.

SINDOQ BI SINDOQ HÎLE

Di hin sindoqên li Mêrdînê de ku dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatine nivîsîn, tablo ev e:

“*Li Nisêbînê di sindoqa bi hejmar 1035 de, 225 dengên Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.

*Li Qoserê hat dîtin ku di sindoqa 1158 de di çeteleyê de tu deng nehatiye dayîn, li girteka encamê ji gelek partiyan re deng hatine nivîsîn, ji Partiya Çepên Kesk re tu deng nehatiye nivîsîn, ji Partiya Refah Ji Nû ve re 110 deng hatine nivîsîn.

* Li Artûklûyê di sindoqa 1297’an de 168 dengên Çepên Kesk ku di çeteleyê de xuya ne, di pergalê di 167 hatine nivîsîn.

* Li Dêrikê, 194 dengên Partiya Çepên Kesk, wek 192 deng li pergalê hatine qeydkirin.

* Li Dêrikê, 206 dengên Partiya Çepên Kesk ên di sindoqa 1071’ê de wek 205 li pergalê hatine qeydkirin.

* Li Qoserê, 242 dengên Partiya Çepên Kesk ên di sindoqa 1071’ê de wek 241 hatine nivîsîn.

* Li Qoserê di çeteleya sindoqa 1086’de tu dengên AKP’ê xuya nakin, lê 94 deng jê re di girtekê de hatine nivîsîn.

* Li Qoserê, 252 dengên Partiya Çepên Kesk ên di sindoqa 1169’an de wek 251 li pergalê hatine qeydkirin.

* Li Qoserê 259 dengên Partiya Çepên Kesk Ên di sindoqa 1170’ê de wek 258 hatine nivîsîn.

* Li Qoserê, tu dengên CHP’ê di sindoqa 1186’an de nîn in, dîsa jê re 3 deng li pergalê hatine qeydkirin.

* 24 dengên Partiya Çepên Kesk ên di sindoqa 1264’an de wek 21 li pergalê hatine qeydkirin.

* Li Qoserê 274 dengên Partiya Çepên Kesk ên di sindoqa 1352’yan de wek 273 hatine qeydkirin.

* Li Qoserê 11 dengên Partiya Yekitî û Edaletê yên di sindoqa 1382’yan de, ji AKP’ê re hatine nivîsîn.

* Li Qoserê 172 dengên Partiya Çepên Kesk ên di sindoqa 1386’ê de wek 171 hatine qeydkirin.

* Li Qoserê, 43 dengên AKP’ê yên di sindoqa 1471’ê de wek 44 hatine nivîsîn.”